Tîrmeh 12, 2023 19:49 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê li Ûgandayê bi fermî hat pêşwzîkirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewama serdana xwe ya parezemîna Afrîqayê da, piştî Kenyayê, berê xwe da Ûgandayê.

Li gorî rapora IRNA'yê, Seyid Îbrahîm Reyîsî îro destpêkê gihîşte Nayrobîya paytexta Kenyayê û bi fermî ji aliyê serokkomarê vî welatî va hat pêşwazîkirin.

Reyîsî piştî bidawîhatina serdana xwe ya Kenyayê berê xwe da Kampalaya paytexta Ûgandayê û ji aliyê Yûrî Mosonî serokkomarê vî welatî va hat pêşwazîkirin.

Ev yekem serdana Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Afrîqayê piştî 11 salan e.

 

Serepeyv