Tîrmeh 10, 2023 15:19 Asia/Tehran
  • Wezîrê Tendrustiyê yê Îranê derbarê veguhestina teknolojiya pizîşkî bo Iraqê agahî da

Wezîrê Tendrustiyê yê Îranê derbarê rêketinnameya veguhestina teknolojiya zanistên pizîşkî, hinardekirina derman û kelûpelên pizîşkî bo Iraqê agahî da.

 

 Behram Êynullahî, Wezîrê Tendrustiyê yê Îranê îro li kêleka civîna têkildarî encamên sefera Wezîrê Tendrustiyê yê Iraqê ya Îranê got: Komkara hevpar di warê tendrsutiyê di navbera Îran û Iraqê hat wajokirin û biryar e peywendiya di navbera her du welatan di warê tendrsutiyê de were lezgînkirin. 

 Êynullahî her wiha got: Îran û Iraq di asta herî bilind a tendrustî, derman û kelûpelên pizîşkiyê li hev kirin û hinardekirina derman û kelûpelên pizîşkî bo Iraqê hatiye legzînkirin û  bi hêzeke zêde berdewam e

 Wezîrê Tendrustiyê yê Îranê bal kişand  ser rêketina di warê veguhartina mamoste û xwendekaran bo Iraqê û teqez kir: 3 hezar û 200 xwendekarên iraqî li Îranê dersê dixwînin û zanîngeha navneteweyî ya Sebtînê li Iraqê jî ji aliyê mamsoteyên Îranê ve birêveberî dibe û gelek xizmetguzariyên di warê tendrsutiyê de raber dike. 

 Êynullahî bal kişand ser hevkariyên hevpar ên her du welatên Îran û Iraqê di warê tendrsutiyê de û got: Bo hevkariyên di navbera Îan û Iraqê zmîneyên  pir baş bi taybet di warê çavkaniyên însanî de hene û zanista teknîkî û endazyariyê li kêleka destkewtên sîstema Tendrsutiyê ji xalên  bihêzbûna  Wezareta tendrustiyê ya Îranê ne. 

 Salih Mehdî El-Hesenavî, Wezîrê Tendrsutiyê yê Îraqê jî ku roja îniyê bi şandeke re  gihêşt Têhranê, got: Di seredana  hin karistanên derman û kelûpelên pizîşkî, me li hev kir ku  hevkariya  di vî warî de bi Îranê re bên berfirehkirin. 

 

 

Serepeyv