Tîrmeh 08, 2023 18:36 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Peywendiyên Îran û Cezayirê dikarin di warên ticarî û aborî de bên berfirehkirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê peywendiyên Îran û Cezayirê wek peywendiyên du welatên dost, birader û misilman dan zanîn ku dikarin di warên curbicur ji wan di warên aborî û ticarî de bên berfirehkirin.

 Li gorî rapora malpera ragihandinî ya serokkomartiyê, Seyd Îbrahîm Reyîsî îro di hevdîtina  bi Ehmed Etaf, Wezîrê Karên Derve yê Cezayirê re, pesna pêşîneya  inqilabî û berxwedana gelê Cezayirê li himber kolonyalîzmê da û ser daxwaza Komara Îslamî ya Îranê bo berfirehkirina hevkariyan û jordebirina asta peywendiyan bi Cezayirê re  teqez kir û got: Ger hemî welatên îslamî bi hev re hevdeng biban û helwêsta ku Îran û Cezayirê di warê piştgiriya ji Filistînê hene, welatên din ên îlamî jî hebana,  îro piraniya zilm û zorên dijî misilmanên navçê û cîhanê nediman.

 Ehmed Etaf, Wezîrê karên Derve yê Cezayirê jî silavên serokkomarê welatê xwe gîhand Reyîsî û destkewtên siyaseta derve ya hikûmeta Îranê di warê peywendiyên derve û hewildana bo befirehkirina peywendiayn bi welatên hevdeng, dost û misilamn erênî nirxandin û got ku bi hewldana  serokkomarên her du welatan dê di warê aborî û ticarî de alûgureke mezin pêk were.

 Wezîrê Karên Derveyê Cezayirê  ser deweta fermî ya Wezîrê karên Derve yê Îranê sefera Têhranê kiriye.

 

 

Serepeyv