Tîrmeh 05, 2023 17:07 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan û Eliyêv li Bakûyê hevdîtin pêk anîn

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi Serokê Komara Azerbaycanê ra civîya

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di rex komcivîna wezîrên karên derve yên "Tevgera Qeydnenasan" da bi Serokê Komara Azerbaycanê ra hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora IRNA'yê, Di rex komcivîna Wezîrên Karên Derve yên Tevgera Qeydnenasan li Bakûyê, Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi Serokê Komara Azerbaycanê Îlham Eliyêv ra hevdîtin pêk anî.

Komcivîna durojî ya wezîrên derve yên tevgera Qeydnenasan bi navê "Tevgera Qeydnenasan; Yekgirtî û berxwedêr di rûbirûbûna digel pirgirêkên nûdiyarbûyî da" ji îro va li Bakûyê dest pê bûye.

 

Serepeyv