Tîrmeh 04, 2023 17:09 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Rêxistina Şanghayê cîgeheke taybet di berfirehkirina hevkariyan da heye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Rêxistina Şanghayê cîgeheke taybet di berfirehkirina hevkariyan da heye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê cîgeha Rêxistina Hevkariya Şanghayê di xurtkirina pêvajoya hevkariyên siyasî, ewlehî û aborî da bijare û taybet zanî.

Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di Civîna 23an a Rêxistina Hevkariya Şanghayê ku bi awayê mecazî li Hindê hat lidarxistin da her wiha got: Ez hêvîdar im hebûna Îranê li vê rêxistina girîng û bibandor, zemîneyê ji bo dabînkirina ewlehiya komî, birêîketin ber bi geşepêdana mayînde, berfirehkirina peywendiyan, xurtkirina yekîtiyê, rêzgirtina zêdetir ji berê li mafê hakimiyeta welatan û hevgirtina ji bo sekinîna li hemberî gefên jîngehî xweş bike.

Di Civîna 23an a Rêxistina Hevkariya Şanghayê da endamtiya dayîm a Komara Îslamî ya Îrabnê li vê rêxistinê hat ragihandin.

 

Serepeyv