Tîrmeh 02, 2023 15:32 Asia/Tehran
  • Tekeziya Kazim Xerîb-Abadî ser vegerandina endamên koma terorîstî ya Munafiqînê bo Îranê

Sekreterê Erkantiya Mafên Mirov a Saziya Dadweriyê ya Îranê li ser vegerandina endamên koma terorîstî ya Munafiqînê bo Îranê tekez kir.

Kazim Xerîb-Abadî Sekreterê Erkantiya Mafên Mirov a Saziya Dadweriyê ya Îranê derbarê bûyerên vê dawiyê li baregeha Munafiqînê li Albanyayê û îhtimala vegerandina endamên vê komê, got: Derbarê hin endamên Koma Munafiqînê hin dosye li welatên ewropî hatine vekirin.

Kazim Xerîb-Abadî bi gotina vêya ku Îran vê gazinê li welatên ewropî nemaze yek ji van welatan dike ku dosyeyên têkildarî Munafiqînê bi başî li Saziya xwe ya Dadweriyê venakolîne, got: Em vî karî wek pêngavek ji bo piştevaniya ji koma Munafiqînê dizanin.

Sekreterê Erkantiya Mafên Mirov a Saziya Dadweriyê ya Îranê tevî amajeya bi vêya ku hin hikm li dijî hinek ji endamên koma terorîstî ya Munafiqînê li mehkemeyên Îranê hatine derxistin, tekez kir: Kiryarên dadweriyê di vî warî da girantir bûne û di mehên bê da dê bileztir û girantir jî bibin.

Di êrîşa vê dawiyê ya polîsê Albanyayê ser baregeha Koma terorîstî ya Munafiqînê di 20ê Hezîranê da, hin pevçûn navbera hêzên polîs û endamên vê komê qewimîn ku di encamê da bi dehan komputer û alavên elektronîkî yên vê komê ji aliyê polîs va hatin zeftkirin.

 

 

Serepeyv