Hezîran 29, 2023 08:08 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê hatina Cejna Qurbanê li serokên welatên îslamî pîroz kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamên cuda hatina Cejna Qurbanê li serokên welatên îslamî pîroz kir.

Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyamên xwe da hêvîdarî kir ku yekîtiya misilmanên cîhanê û serfiraziya Umeta Îslamê zêdetir ji berê bibe û gişt miletên misilman bikarin di siya talîmatên giranbiha yên dînê Îslamê da, rêya serfirazî û kemalê bigirin ber xwe û bi hêjatî di warên navneteweyî da pêdiviyên berzbûna zêdetir a vî dînê seranser dilovanî û rehmetê dabîn bikin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Cejna Qurbanê nîşana dîmenên herî xalis ên îbadet û berçavgirtina destûrên Xwedê ye û Hezretê Îbrahîm (S) di vê rojê da bi hêjatî wek pêşengê îsar û jixwebihorîna evdan li beranber Xwedayê xwe hatiye naskirin û ev ezmûna Xwedê bi serbilindî derbas kiriye.

Îro, PÊncşemî 10ê Zîheceya 1444an a Koça Heyvî Cejna Qurbanê wek cejneke mezin a misilmanan e. Di Cejna pîroz a Qurbanê da heciyên ku çûne ziyareta Mala Xwedê, li ser fermana Xwedê û ji bo rezamendiya wî qurban dikin û rêz li kiryara pêxemberê mezin ê Xwedê, Hezretê Îbrahîm (S) digirin. Xwedê ji bo ceribandina bawerî û dilpakiyê Hezretê Îbrahîm (S) memûr kir ku zarê xwe yanî Hezretê Îsmaîl (S) di rêya Xwedê da bike qurban.

 

Serepeyv