Hezîran 22, 2023 15:16 Asia/Tehran
  • Hişyariya Îranê derbarê bandora boykotan ser qeyrana mirovî

Balyoz û Nunerê Dayimî yê Îranê li NY li Jinêvê got: Yekalîşopî û boykot ji hegerên herî sereke yên qeyrana mirovî ye ku dûhatên pir xirab bo beşa mirovheziyê heye.

 

 Elî Behreynî, li Jinêvê di civîna bilind a mirovdostane  ya konseya aborî civakî ya NY bal kişand  ser mazûvaniya Îranê ji hejmareke zav ji koçberên efxan û got: Barê mazûvaniya ji vê gelheyê divê bi dadmendî û wekhev di navbera hemî welatan de were parvekirin lê gelê Îranê rastî boykotên zêdetir ên Emerîkayê hatiye. 

 Behreynî her wiha got: Di encama  boykotên zalimane, mafê hebûna xawrekê wek yek ji mafên bingehîn ên mirovahiyê i berboykotên yekalî hatiye binpêkirin. 

  Balyoz û Nunerê Dayimî yê Îranê li NY her wiha got: Boykotên yekalî, qeyrana xwarekê li seranserê cîhanê xirabtir kiriye û veguhestina  teknolojiyê bo pêşeyîkirina cotkariyê li welatên di halê pêşketionê û bidestxistina yêmê( dexl û dan) pez û malatan rastî pirsgirêka kiriye û xelkê piraniya welatan nikarin xwarina xwe bi dest bixin. 

 

 

 

Serepeyv