Hezîran 19, 2023 17:09 Asia/Tehran
  • Emîr- Ebdulahiyan: Îsraîl bingeha pêkanîna bêewlehî û nearamiyê li navçeyê ye

Wezîrê karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê teqez kir: Rejîma Siyonîst bingeha pêkanîna bêewlehî û nearamiyê li navçeyê ye.

 Ziyad Nexale, Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê û şanda pêre îro di avahiya Wezareta Karên Derve tev Husêyn Emîr Ebdulahiyan, Wezîrê Karên Derve ya Îranê re gotûbêj kirin. 

 Wezîrê karên derve yê Îranê di vê hevdîtinê de got: Rejîma nijadperest a  Siyonîst bingeh û çavkaniya sereke ya pêkanîna bêewlehî û nearamiyê li navçeyê ye û divê welat û hikûmetên îslamî bona rawestandina cinayetên dijî mirovahiyê yên siyonîstan li dijî gelê mezlûm ê Filistînê pêngavan hilînîn û bikevin dewrê. 

  Emîr Ebdulahiyan di vê hevdîtinê de serketina mezin a vê dawiyê ya têkoşerên berxwedanê di şerê 5 roj yê Gazayê û rola kêrhatî ya yekitiya komên berxwedanê di vê serketinê de, mesela Filistînê meseleya bingehîn a cîhana îslamê da zanîn û ser piştgiriya Komara îslamî ya Îranê ji armanca Filistînê û Qudsa Şerîf û piştgiriya ji berxwedana rewşa ya gelê Filistînê dijî dagirkerên Siyonîst teqez kir. 

 Ziyad Nexale jî di vê hevdîtinê de got:  Komên berxwedana  Filistînê di rewşa herî baş de ji babet amadetî û hevgirtinê li himber Rejîma Siyonîst de ne û dikarin serketinên mezin bi dest bixin. 

 

Serepeyv