Hezîran 17, 2023 16:13 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Erebistanê bi sefereke fermî gihêşt Têhranê

Feysel Bin Ferhan, Wezîrê karên Derve yê Erebistanê bo sefereke fermî piştî çend salan qutbûna peywendiyên navbera her du welatan sefera Îranê kiriye.

 

 Îro pişt nîvro  Husêyn Emîr Ebdulahiyan ,Wezîrê karên Derve yê Îran û  Feysel Bin Ferhan, Wezîrê Karên  Derve yê Erebistanê hevdîtin pêk anîn û derbarê meseleyên curbicur ên dualî û navçeyê gotûbêj kirin.

Li gor vê raporê, Piştî rêketina Têhran û Riyazê li Pikenê, vê dawiyê Îranê balyozxane, konsûlgerî û nivîsgeha nunertiya Rêxistina Hevkariya îslamî ya xwe li Erebistanê vekir. 

 Eva yekim sefera Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê piştî heft salan qutbûna peywendiyan e. 

 Ew biryar e di vê seferê de balyozxana  Riyazê li Têhranê û navendên din ên dîplomatîk ên vî welatî bi fermî veke.

 

Serepeyv