Hezîran 11, 2023 15:52 Asia/Tehran
  • Îslamî: Destkeftên navokî yên Îranê di şert û mercên giran ên gef û boykotan da hatin bidestxistin

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê destkeftên navokî yên welêt encama hewldana xortên sozdar û zanyarên Îranê zanî ku di şert û mercên giran ên gef û boykotên dijminan da hatin bidestxistin.

Muhemed Îslamî Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê tevî amajeya bi danasîna destkeftên navokî bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di Pêşangeha Destkeftên Navokî da, got: Nêrîna Rêxsitina Enerjiya Atomê di vê pêşangehê da nîşandana cîgeh ûş bandorên enerjiya navokî di jiyana gel û civakê da ye.

Îslamî diyarkirina têkiliya teknolojiya navokî digel xelkê wek nêrîna herî girîng a Pêşangeha Destkeftên Navokî zanî û got: Warên tenduristî, pizîşkî, ewlehiya xwarekê û çandinî, pêşekarî, av û ax û Jîngeh ew mihwer in ku di pêşangehê da hatine berçavgirtin û destkeftên van beşan tên nasandin.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê derbarê pratîkîbûna sûdwergirtina ji enerjiya navokî di jiyana gel da jî got: Beşa mihwerî di vî warî da hêzgeh û berhemanîna ceryana atomî ye ku roja îro li cîhanê wek Enerjiya Paqij tê bikaranîn.

Pêşangeha Destkeftên Pêşeya Navokî ya Îranê îro (Yekşemî) li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) û bi beşdariya Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hat lidarxistin.

 

Serepeyv