Hezîran 11, 2023 09:57 Asia/Tehran
  • Hişyariya Reyîsî ji bo xwedûrkirina ji kiryarên neavaker di gotûbêjên rakirina boykotan da

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di bersiva têkiliya telefonî ya Serokkomarê Fransayê da tekez kir ku bila aliyên têkildar xwe ji cûre siyasîkarî û kiryara neavaker di gotûbêjên rakirina boykotan da dûr bigirin.

"Emmanuel Macron" Serokkomarê Fransayê roja Şemiyê bi rêya telefonî bi Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê ra axivî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê gotûbêjê da hevkariyên Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) û piştrastkirinên berdewam ên sozdariya Îranê derheqê sozên xwe yên qanûnî ji aliyê vê ajasê va bi bîr xist û tekezî li ser xwedûrkirina ji siyasîkarî û kiryara neavaker di gotûbêjên rakirina boykotan da kir.

Serokkomarên du welatan di vê gotûbêja telefonî da tevî vekolandina rêyên berfirehkirina peywendiyên dualî, derbarê alûgorên navçeyî û gotûbêjên rakirina boykotan gotûbêj kirin.

"Emmanuel Macron" Serokkomarê Fransayê jî di vê gotûbêja telefonî da tevî tekeziya ser vêya ku Fransa li dû danûstandina digel Komara Îslamî ya Îranê ye, daxwaza dewama gotûbêjan navbera rayedarên du welatan ji bo xurtkirina danûstandinên dualî kir.

Serrokkomarê Fransayê tevî tekeziya ser dewama gotûbêjên rakirina boykotan heta gihîştina bo encamê, Komara Îslamî ya Îranê wek beşeke rêkara qeyrana Ukraynê zanî û daxwaza lîstina roleke zêdetir di vî warî da ji aliyê Îranê kir.

Ji aliyê din va Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê tekez kir: Em meyandina Ûranyûmê heta asta sedî 60 li gorî Qanûna Pêngavrakirina Stratejîk bi cih tînin û ev yek bi armanca rakirina boykotan e.

Muhemed Îslamî Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Meclîsê Qanûna Pêngavrakirina Stratejîk ji bo kêmkirina boykotan pesend kir û teqez cihanîna vê qanûnê mihwerek bû da ku em bikarin dijminan neçarî cihanîna sozên xwe bikin.

Îslamî her wiha got: Meyandina di rêjeya bilind da ji bo vê yekê pêk hatibû da ku boykot bên rakirin, armanca qanûndarêj jî ev bûye ku Pêngavrakirina Stratejîk ji bo rakirina boykotan pêk were.

 

Serepeyv