Hezîran 11, 2023 08:19 Asia/Tehran
  • Îran: Meyandina Ûranyûmê di rêjeya bilind da ji bo rakirina boykotan e

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê tekez kir: Em meyandina Ûranyûmê heta asta sedî 60 li gorî Qanûna Pêngavrakirina Stratejîk bi cih tînin û ev yek bi armanca rakirina boykotan e.

Muhemed Îslamî Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Meclîsê Qanûna Pêngavrakirina Stratejîk ji bo kêmkirina boykotan pesend kir û teqez cihanîna vê qanûnê mihwerek bû da ku em bikarin dijminan neçarî cihanîna sozên xwe bikin.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê her wiha got: Avakirina Hêzgeha Atomê ya 360 MegaWat a tevav-îranî wek stratejiyeke bingehîn ji bo xurtkirina qabiliyeta pêşeyî ya welêt bo asta navokî ketiye destûrkara me.

Îslamî her wiha got: Meyandina di rêjeya bilind da ji bo vê yekê pêk hatibû da ku boykot bên rakirin, armanca qanûndarêj jî ev bûye ku Pêngavrakirina Stratejîk ji bo rakirina boykotan pêk were.

 

Serepeyv