Hezîran 10, 2023 16:18 Asia/Tehran
  •  Azadkirina 2.7 milyar dolar ji diravên Îranê li Iraqê

Serokê Odeya Bazirganiya Hevpar a Îran û Iraqê, ragihand ku 2.7 milyar dolar ji heyîtî û diravên Îranê li Iraqê hatiye azadkirin

Bi hewildana dewleta 13-an û pêngavên ku Banka navendî tevî destêwerdanên rayedarên Emerîkayê, hilanîne, beşek ji heyîtiyên blokebûyî yên Îranê  hatin azadkirin.

Yehya Alê Îshaq,Serokê Odeya Bazirganiya Hevpar a Îran û Iraqê bal kişand ser azadkirina du milyar û 700 milyon dolar ji heyîtiyên Îranê li Iraqê û got: Vegeryana sermiyanê bo nav welêt dê bandoreke erênî û zêde dayne ser bazaran ji ber ku  ji aliyekê ve hewcetiyên Banka Navendî dabîn dike û ji aliyê din ve jî kelûpelên bingehîn ên ku hatine kirrîn,dê bi zûtirkê derbasî nava welêt bên kirin.

 

 

Serepeyv