Hezîran 10, 2023 16:02 Asia/Tehran
  •  Serleşkir Baqirî: Komara îslamî ya Îranê ketiye riya biqawetbûnê

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê teqez kir: Komara îslamî ya Îranê ketiye riya biqawetbûnê û hemî zirûf û potansiyelên xwe bona bazdana ber bi pêş di hemî waran de bi kar tine.

 Serleşkir Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, îro di civîna Rêveberên Pilebilind ên Wezareta Berevaniyê de got:

 Revîna ji Efxanistanê, valakirin û terikandina Iraqê û kêmbûna berbiçav a hêzên emerîkî li navçeyê nîşanêneyên işkesta siyasetên cîhana yekcemserî ya Emerîkayê ne.

 Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Cîhan di bereberê pergaleke nû de ye ku êdî têde Emerîka  ne di qûça  qaweta cîhanî de ye û Rejîm Siyonîst jî ketiye rê û rewşa lawazbûnê.

 

 

Serepeyv