Emîr-Ebdullahiyan û Bayramov bi rêya telefonê axivîn
Hezîran 09, 2023 17:31 Asia/Tehran
Hisên Emîr-Ebdullahiyan û Ceyhûn bayramov Wezîrên Karên Derve yên Îran û Komara azerbaycanê êvara Pêncşemiyê bi rêya telefonê axivîn.
Li gorî rapora IRNA'yê, Di vê gotûbêja dirêj da du aliyan li ser pêwîstiya dewama şêwirînan û danûstandina desteyên teknîkî û pisporî di warên cûrbicûr da û bi armanca çareszerkirina pirsgirêkan heta bidestxistina encamê tekez kirin.
Du aliyan rêveberiya durist a atmosfera medyayî avaker zanîn û tevî venihêrînek ser dawîn mijarên dualî, li ser pêwîstiya derketina ji şaşfehmiyan û cihgirtina danûstandinên du welatan di rêya xwezayî û guncan bi cînaretiya baş û berjwendiyên hevpar teklez kirin.
Komara Azerbaycanê ev demek e ku şêwazeke nedostane û kêşesaz derheq Komara Îslamî ya Îranê dişopîne.