Hezîran 08, 2023 17:11 Asia/Tehran
  • Qalîbaf peyama pîrozbahiyê ji Serokê nû yê Meclîsa Tirkiyê ra şand

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi werşan dina peyamekê bijartina serokê nû yê Meclîsa Tirkiyê lê pîroz kir.

Numan Kûrtûlmûş Nûnerê Stenbolê ji AKP'yê li Meclîsa Tirkiyê roja Çarşemiyê bi bidestxistina pirraniya dengan wek serokê nû yê Meclîsa Tirkiyê hat bijartin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Muhemed-Baqir Qalîbaf Serokê Meclîsa Îranê di peyama xwe ya bo Numan Kûrtûlmûş da tevî tekeziya li ser peywendiyên xurt ên birayane navbera du gelan û îradeya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê ji bo berfirehkirina hevkariyên nêzik ên parlimanî hêvî kir ku di heyama berpirsyariya nû ya serokê nû yê Meclîsa Tirkiyê da peywendiyên du welatan zêdetir bibin.

 

Serepeyv