'Fettah' Mûşeka Haypersonîk a Hêza Hewa-Feza ya Sipahê hat nimandin
Hezîran 06, 2023 16:50 Asia/Tehran
Mûşeka haypersonîk a Fettah a Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî îro (Sêşemî) hat nimandin.
Li gorî rapora IRAN Press'ê, Mûşeka Haypersonîk a Fettah a Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî îro bi amadebûna Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê, serdar serleşker Hisên Selamî Fermandeyê Giştî yê Sipahê û serdar sertîp Emîr-Elî Hacîzade Fermandeyê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li erkantiya vê hêzê hat nimandin.
Hêjayî gotinê ye, mûşekên haypersonîk ji çek û rextên leşkerî yên herî nû ne ku roja îro ji aliyê welatine wekî Amerîka, Rûsya û Çînê va tên berhemanîn û bikaranîn.