Navendên dîplomatîk ên Îranê li Erebistanê dê sêşemî û çarşemiyê bi fermî bên vekirin
Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê got: Bona kemilandina demajoya cihanîna rêketina dualî ya Komara îslamî ya Îranê û Erebistanê bo destpêkirina peywendiyên dualî, balyozxaneya Îranê li Riyazê, serkonsûlgeriya Îranê li Cedeyê û Nunertiya dayimî ya Îranê li Rêxistina Hevkariya Îslamî bi fermî dê bên vekirin.
Nasir Kenanî Çafî, Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê derbarê vekirina balyozxane, Serkonsûlgerî û Nunertiya Îranê li Rêxistina Hevkariya Îslamî li Erebistanê got: Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Riyazê û serkolsûlgeriya Îranê li Cedeyê beriya sefera heciyên îranî, xebata xwe bona hêsankirina karûbarên heciyên Beytullahaulheramê destpê kiriye û niha nunertiyên hanê bi amadebûna berpisên Wezreta Karên derve yên her du welatan bi fermî dê bên vekirin.
Di demajoya muzakireyên Îran û Erebistanê li bajarê Pikenê her du welatan îniyê 10 Adara 2023an li hev kirin ku piştî heft salan, peywendiyên xwe yên dîoplomatîk destpê bikin.