Hezîran 04, 2023 09:33 Asia/Tehran
  • Moxbir: Tirkiye cînareke girîng û stratejîk jin bo Komara Îslamî ya Îranê ye

Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Tirkiye cînareke girîng û stratejîk ji bo Komara Îslamî ya Îranê ye.

Muhemed Moxbir Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Em hêvîdar in bikarin bi berfirehkirina hevkariyan peywendiyên îran û Tirkiyê di hikûmeta nû ya vî welatî da jî zêdetir ji berê xurt bikin.

Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê di serdaneke kurt û çendsaetî da beşdarç rêûrisma sondxwarin û destpêbûna xebata hikûmeta nû ya Tirkiyê bû.

Moxbir roja Şemiyê dema gihîştina bo Enqereyê tevî pîrozkirina hilbijartina dubre ya Receb Teyyîb Erdogan wek Serokkomarê tirkiyê, Erdogan wek serokwelatekî navçeyê zanî ku hertim peywendiyeke baş û guncan digel îranê hebûye û li vî alî Îranê jî peywendiyeke baş pê ra hebûye.

Serepeyv