Hz. Ayetullah Xamineyî: Îran û Tirkmanistan, xizim û xwediyê xalên hevpar ên çandî ne
Rêberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî, Îran û Tirmanistanê xizim û xwediyê xalên hevpar ên zav ên çandî da zanîn û teqez kir: Ev xalên hevpar ên çandî, zemîneyeke giring bo berfirehkirina peywendiyan di beşên curbicur bi taybet di warên enerjî û çêkirina rê de ne.
Hz. Ayetullah Xamineyî, Rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî, duh berêvarê di hevdîtina bi Qurbanelî Berdî Muhemedov, Serokê Konseya Mesilheta Gel a Tirkmenistanê re, ji nêrîna taybet a Serokê Konseya Mesliheta Gel a Tirkmanasitanê ser meselên çandî û olî û hewildana bo berfirehkirina navendên çandî û mizgevtan destxweşî kir û destnîşan kir: Di warê mselên ticarî de, bo berfirehkirina hevkariyan bi taybet di beşên rê û av û cereyan û gazê, zirûfên baş bo berfirehkirina hevkariyan hene û Komara Îslamî ya Îranê amadeyî hevkariya di van beşan de ye.
Wî bal kişand ser daxwaza Serokê Konseya Mesliheta Gel a Tirlmanistanê bo hevkariya pisor û karzanên îranî jibo çêkirina mezinriyekê ji nêzîkî sînorê di navbera Îran û Tirmanistanê heta deryaya Zexerê û got:
Wezareta Rê ya Îranê dikare vê mezinriyê çêbike tevî ku ji ber rola giring a peywendiyên bejahî û rêhesinî di aboriya cîhanê de, em micid in riya tranzîtê ya bakur-başûr bikemilînin ku dikare Tirkmanistan û welatên derdora wê bighîne deryaya Xezerê.
Rêberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî, berfirehkirina peywendiyan ser xêra her du welatan da zanîn û got ku ew derbarê pêşroja peywendiyên Îran û Tirkmanistanê geşbîn e û teqez kir: Hevkariya berfireh a Komara Îslamî ya Îran û Tirkmanistanê dê zemînê bo jordebirina cih û şûna her du welatan di cîhana di halê guherînê xweş bike.
Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha bal kişand er hebûna bi sedan zaniyar û kesayetiyên bi nav û deng di cuxrafiyaya navbera çemên Etrek û Cêyhûnê li her du welatan û her wiha hebûna meqbereya Mextûmqolî, helbestvanê bi nav û deng ê tirkmanan li Îranê û got: Nabe em çavê xwe ser van zemîneyên çandî girêdin.
Qurbaelî Berdîêv kêfxweşiya xwe ji hevdîtina bi Rêberê Giranqdr ê Şoreşa îslamî re da diyar kirin û got: Min di dereqa salên derasbûyî û di dewarana serokkomartiya xwe de hertim di sefera xwe yên Îranê gelek behre ji nêrîn û şîretên cenabê te wergirtin û li gor van şîretan, me karên giring kirin û di vê hevdîtinê de jî ez li dû behrewrrgirtina ji şîretên te bo cihanîna plan û projeyên mezin li Tirkmanistanê me.