Desteserkirina tîma terorîst li parêzgeha Azerbaycana Rojavayê
May 29, 2023 15:44 Asia/Tehran
Serokê Navenda Parastin û Îtelataê ya Hêza Dadweriyê ya Komara îslamî ya Îranê, derbarê desteserkirina endamên tîma terorîst a peywendîdar bi tevgerên siyonîst li parêzgeha Azerbaycana rojavayê agahî da.
Hucetulîslam Welmuslimîn Ebdullahî, Serokê Navenda Parastin û Îtileatê ya Hêza Dadweriyê ya Komara îslamî ya Îranê got: Dayireya Îtileatê ya Azerbaycana Rojavayê bi hewahengiya dezgeha Dadweriyê, tîmeke terorîst destser kirin.
Serokê Navenda Parastin û Îtelatê ya Hêza Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Di vê kiryarê de, 14 endamên têkildarî tevgerên Siyonîstî ku li dû naskirina mirovan û terorkirina wan bûn, hatin desteser kirin.