May 29, 2023 15:25 Asia/Tehran
  • Hevdîtin û rawêjkariya Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bi El-Ereci re

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bi Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê re hevdtin pêk anî her du aliyan derbarê meseleyên dualî û alûgurên navçeyê gotûbêj kirin.

 

Qasim El-Erecî, Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê îro di sefera Têhranê de bi  Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê re hevdîtin pêk anî û her du aliyan derbarê meseleyên dualî bi taybet cihanîna  rêketinnmaerya vê dawiyê ya ewlehiyê di navbera her du welatan û her wiha  alûgurên herî giring ên navçeyî û navneteweuyî gotûbêjkirin. 

 Di vê hevdsîtinê de Ehmediyan bal kişand ser vê yekê ku  Îranê tim piştgiriya hikûmetekê li Iraqê kiriye ku bi viyana  xelkê pêk hatibe û got: Xwesta  Komara Îslamî ya Îranê, berfirehkirin û xurtkirina giştalî ya peywendiuyan bi welatên cîran bi taybet welatê dost û bira Iraqê ye û bo cihanîna  vê siyasetê em di hemî waran de amadeyî hevkariya dualî û çendalî ne.

 Di vê hevdîtinê de Qasim El-Erecî got: Hikûmet û saziya ewlehiya Neteweyî ya Iraqê micid e û amade ye ku  mîan berê bi dewama  peywendiyên nêzîk û berdewam di hemî waran de  bi Komara îslamî ya Îranê re, hevkariyê bike.

 

 

 

Serepeyv