May 29, 2023 15:22 Asia/Tehran
  •  Rêberê Giranqedr ê Şoreşa îslamî: Berfirehkirina peywedniyên Îran û Ummanê ser xêra her du welatan e

Rêberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî di hevdîtina paşayê Ummanê, berfirehkirina peywendiyên Îran û Ummanê ser xêra her du aliyan da zanîn.

 Hz. Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî îro di hevdîtina Hêysem Bin Tariq Alê Seîd, Paşayê Ummanê û şanda pêre, peywendiyên Îran û Ummanê  peyweniyên mêjûyî û bi kok û baş nirxandin û got: Berfirehkirina peywendiyên Îran û Ummanê ser xêra her du aliyan e.

W bal kişand  ser muzakireyên aliyên îranî û ummanî û destnîşan kir: Xala giring ew e ku  ev muzakire heta gihêştina bo encamên diyarî, bi micidî bên domandin û ev têkiklî bên berfirehtir kirin.

Rêberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî amajeyî mijara xetera hizûra Rejîma Siyonîst li navçeyê jî kir û got: Siyaseta Rejîma Siyonîst û alîgirên wê, pêkanîna  bêtifaqî û nebûna aarmiyê li navçeyê ye lewma divê hemî welatên navçeyê ji vê mijarê agehdar bin.

 Hezretê Ayetullah Xamineyî destnîşan kir: Berfirehbûna hevkariyên Umman û Îranê gelekî girigiya xwe heye ji ber ku  her du welat di avriya pir giring a Tengava Hurmizê hevpar in.

 Rêberê Giranqedr ê Şoreşa îslamî bal kişand ser gotinên paşayê Ummanê derheq  daxwaza Misrê bo destpêkirina peywendiyan bi Komara îslamî ya Îranê re teqez kir: Em pêşewzaiyê ji vê meseleyê dikin û di vê barê de ti pûirsgirêak me tine.

 Di dawiyê de de jî wî hêvî kir bi berfirehbûna hevkariya hikûmetan, umeta îslamî mezinatî û ezemeta xwe peyda bike û  civandina zirûf û îmakana  welatên îslamî, ser xêra hemî miletan, welatan û hikûmetên îslamî be.

 Di vê hevdîtinê de ku Sed Îbrahîm Reyîsî, Serok Komara Îslamî ya Îranê jî beşdar bibû, Paşayê ummanê kêfxweşiya xwe ji hevdîtina bi Rêberê Giranqedr ê Şoreşa îslamî re da diyarkirin û siyaseta Ummanê berfirehkirina peywendiyan bi welatên cîran bi taybet bi Komara îslamî ya Îranê re da zanîn û got: Di muzakireyên Têhranê de derbarê mijarên curbicur ên hevkariyê gotûbêjhatin kirin û em hêvî dikin bi dewama wan gotûbêjan, peywendiyên her du welatan berfirehtir bibin û encamên wê yên praktîkî bo her du welatan berbiçav bibin.

Serepeyv