May 23, 2023 17:51 Asia/Tehran
  • Reyîsî li Kokşa Mêrdikayê bi fermî ji aliyê hevpêşeyê xwe yê endonezyayî va hat pêşwazîkirin

Serokkomarê Endonezyayê li koşka serokkomartiyê ya vî welatî bi fermî pêşwazî li Serokê Komara Îslamî ya Îranê kir.

Li gorî rapora Mehr News'ê, Coko Vîdodo Serokkomarê Endonezyayê îro Sêşemiyê li Koşka Mêrdikayê bi fermî pêşwazî li Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di serê desteyeke payebilind a aborî û siyasî da serdana Endonezyayê li başûrê rojhilatê Asyayê kiriye.

Di rêûrisma pêşwaziya fermî ji Serokê Komara Îslamî ya Îranê da, serokkomarên Îran û Endonezyayê li hewşa koşka serokkomartiyê du nemam wek nîşana aştî û hevaltiyê çandin.

 

Serepeyv