May 21, 2023 10:22 Asia/Tehran
  • Îranê bertek nîşanî îdiayên pûç di hin biryarnameyên civîna serokên Yekîtiya Ereban da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li hemberî tawanên hilêxistî û îdiayên vala di hin biryarnameyên derxistî di civîna 32an a serokên Yekîtiya Ereban da, tevî diyarkirina mixabiniya giran, hilêxistina van îdiayan wek hereketa di rêya bêencam a berê ya vê yekîtiyê zanî.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tekez kir: Çaverêtî hebû Yekîtiya Ereban bi xwedûrkirina ji hilêxistina hin îdiayên dubarekirî û westîner di biryarnameyên xwe da, pêngaveke erênî û avaker ji bo xurtkirina aştî û aramiyê û xurtkirina hevgirtina navçeyî rake.

Kenanî di eynî demê da ji nêrîna avaker a hin welatên navçeyê ji bo zêdekirina hevkariyê û girîngîdana bi gotûbêj û lihevtêgihîştinê pêşwazî kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tevî amajeya bi nêrîna hevpar a hin beşdarên di civîna Ceddeyê da, hêvî kir ku nêrîneke nû ya li gorî dostiyê û zêdekirina hevkariyê navbera welatên navçeyê pêk were.

Kenanî tekez kir: Hevkariya komî navbera welatên navçeyê û avedankirin û ewlehiya bi serçaviya hundirîn, hêmanên bingehîn ji bo darêştina pergaleke nûjen li navçeyê ne û Komara Îslamî ya Îranê hertim ev yek wek pêwîstiyeke navçeyî zaniye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê sê giravên Tonba Mezin, Tonba Biçûk û Ebûmûsa li başûrê Îranê û li nav avên Kendava Farsê îranî zanîn û got: Hemî kiryarên Îranê ji bo sepandina hakimiyetê li welatê xwe pêk tên û her cûre îdiayek d vî warî da tê redkirin.

Serepeyv