May 16, 2023 17:00 Asia/Tehran
  • Gelheya Îranê asta 85 miliyon kesî tê perand

Rêveberê Giştî yê Ofîsa Gelhe, Hêza Kar û Abora Malê ya Navenda Amarê ya Îranê got: Gelheya Îranê asta 85 miliyon kesî derbas kiriye ku ev nîşaneya geşatiya gelheya welêt e.

Li gorî rapora Iran Press'ê, Elî-Ekber Mehzûn Rêveberê Giştî yê Ofîsa Gelhe, Hêza Kar û Abora Malê ya Navenda Amarê ya Îranê got: Derdora sedî 24 ji gelheya Îranê zarok û nûciwanên bin 15 salî ne.

Rêveberê Giştî yê Ofîsa Gelhe, Hêza Kar û Abora Malê ya Navenda Amarê ya Îranê her wiha got: Sedî 25ê gelheya Îranê pêkhatî ji xortên ji 15 heta 29 salî û sedî 44 navsere anku miyansal û yên din jî extiyarên mezintir ji 65 salî ne û ev yek nîşan dide ku para herî zêde ya gelheya Îranê di temenên navîn da ne.

Mehzûn got: Temenê Hêviya li Jiyanê li Îranê aniha gihîştiye 74 salan û nirxa xwendabûnê jî gihîştiye sedî 87,6.

Rêveberê Giştî yê Ofîsa Gelhe, Hêza Kar û Abora Malê ya Navenda Amarê ya Îranê got: Navgîna temenê zewacê li Îranê ji bo mêran 24 sal û ji bo jinan 23 sal e.

 

Serepeyv