Berteka Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê hilbijartinên Tirkiyê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Beşdariya berfireh a gelê Tirkiyê di hilbijartina de nîşana serketina demokrasiyê ye.
Nasir Kenanî Çafî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro piştî lidarxistina hilbijartinên Tirkiyê got: Lidarxistina serketî û beşdariya zêde ya gelê Tirkiyê di hilbijartinên serokkomarî û parlemana vî welatî, nîşana serketina demokrasiyê li vî welatê misilman û cîran e
Berteka Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pîrozbayî li rêber û partiyên siyasî û birêveberên hilbijartinên Tirkiyê kir û hêvî kir çarenivîsa herîbaş bo gelê Tirkiyê pêk were.
Hilbijartinên hevgav ên serokkomarî û parlemana Tikiyê duh bi beşdariya nêzîkî sedî 88.84 ê xelkê di hilbijartinên serokkomariyê û zêdetirî sedî 88 ê xelkê jî di hilbijartinên parlemanî hat lidarxistin.