May 09, 2023 17:13 Asia/Tehran
  • Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê: Ewlehiya ji derve were kirrîn, welatên navçeyê dilniya nake

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê got: Bingeha sereke ya ewlehiya dilniyaker, xwecihîbûn û bi beşdariya hemî welatên navçeyê ye.

Serleşker Mihemed Baqirî, Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê, roja Sêşemiyê li zanîngeha Zanistên Stratêjîk û Berevaniyê yên Omanê, amajeyî pêkhatina serûberiya nû ya cîhanê û got: Îro rojê gelek zanyar piştrast dikin ku cîhan ber bi bicihbûna serûberiyeka nû ve dimeşe.

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê, bal kişand ser vê yekê ku siyaseta isûlî ya Komara Îslamî ya Îranê, hertim ser bingeha pêkanîna ewlehiya navçeyî bêyî destwerdana hêzxortên dernavçeyî bûye û pêgîrî kir: Ev mijara girîng bi diayetiya serdestîxwazan pêşiya wê hatiye girtin û di vê rêyê da tirsandina ji Îranê kirine darê destan yanê tam wisan ku li welatên rojavayî, tirsandina ji Îslamê bi kar anîne.

Serdar serleşker, Mihemed Baqirî, Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê, roja Yekşemiyê, di serê taximeka payebilind a leşkerî û li ser vexwendina fermî ya deryasalar Ebdulah Bên Xemîs El Reîsî, serokê erkantiya hêzên çekdar ên paşatiya Omanê, seredana vî welatî kiriye.

 

Serepeyv