May 08, 2023 15:29 Asia/Tehran
  • Serokê Giştî yê Hêzên çekdar ên Îranê: Nîşanên guhertina hevsengiya desthilatê ji rojava bo rojhilat tê dîtin

Serokê Giştî yê Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina bi Serokê Erkantiay giştî ya Hêzên çekdar ên Umanê teqez kir: îro rojê nîşaneyên nû li ser guhertinên hevsengiya qawetê ji rojava bo rojhilat tên dîtin û pêşeroj a navçeyê û ya Asiyayê ye.


 Serdar Serleşkir, Pasdar Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, îro di hevdîtina bi deryadar Ebdullah Bin Xemîs El-Reyîsê, Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Umanê got: Ev navçeya di salên derbasbûyî de cihê milmilanêya emerîkiyan bûye ku hewil didan xwe wek hakimê  tam û tekûz , ser cîhan  û navçeyê de bisepînin. 

 Serokê Erkantiay giştî ya hêzên Çekdar got: Peywendiyên Îran û Umanê peywendiyên herîbaş, dostane, gerim û gurr in û em ser vê bawerê ne ku  sînorên deryayî di navbera her du welatan de werin xurtkirin û em amade ne bernameyke hevpar derbarê  kiryarên îstixbaratî û gereçavdêriyên hevpar derbarê rawestana li ber madên narkotîk hebe. 

 Serokê Erkantiya giştî ya hêzên Çekdar jî di vê hevdîtinê de, seferên bi vî rengî sedema xurtbûna  peywendiyên navbera her du welatan da zanîn û got: Em berjewendiiyên xwe baştir ji xelkê fehm dikin û em bawer in ku  dikarin bi yekitî û hevgirtina welatên navçeyê ewlehiay navçeyê dabîn bikin. 

 

Serepeyv