May 08, 2023 14:42 Asia/Tehran
  • Berhemên Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê dikarin bên hinardekirin

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê teqez kir: Berhemên ku li Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê berhem tên, dikarin bên hinardekirin ji ber ku li gor pîvan û pêwîstiyên rojê û li gor daxwaziyên Ajansa Enerjiya Atomê tên dîzaynkirin û berhemanîn.

 Rê û risma nimandina du berhemên nû yên Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê di beşa teknolojiyê, îro  bi amadebûna Muhemed Îslamî, Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê hat lidarexistin. 

 Serokê  Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê  derbarê vê yekê de got: Di qanûna bûceyê de sermayeguzariya derveyî bo hêzêgehên atomî, hatiye pêşbînî kirin û hinek muzakire jî cih hatine. 

 Îslamî her wiha got: Îi gor lêkolînan û muzakireyên cihhatî, em hêvî dikin ku  bi  rêbazên dabînkirina aborî ji aliyekê va û çareserkirina babetên tîkildarî kirîna  cereyana navokî, em bikarbin meselê çareser bikin ji ber ku  mişterî bo sermayeguzariya derveyî heye. 

 Serokê  Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê  di vê merasimê de teqez kir: Rêxistian Enerjiya Atomê roleke  istatejk li welêt heye. 

 

 

Serepeyv