May 08, 2023 14:17 Asia/Tehran
  • Siyaseta istratejîk a Banka navendî ya Îranê eva ye ku di danûistandinên ticarî de, dolar bikar neyne

Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Îranê di hevdîtina şanda ticarî û pêşeyî ya Umanê de teqez kir: Siyaseta istratejîk a Banka navendî ya Îranê eva ye ku di danûistandinên ticarî de, dolar bikar neyne.


 Mihemed Riza Ferzîn,  Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Îranê di hevdîtina  bi şanda ticarî û pêşeyî ya Umanê re got: Siyaseta istratejîk a Banka navendî ya Îranê eva ye ku  di danûistandinên ticarî de, dolar bikar neyne û me jibo vê istratejiya xwe jî hegerên aborî û siaysî yên cidî hene ji ber ku emerîkî dolar wek amûrê siyasî bi kar tînin û ji aliyê din ve jî, diravên din li cîhanê bi taybet li navçeya Asiyayê di halê geşatiyê de ne. 

  Ferzîn di hevdîtina bi Qêys Bin Mihemed El-Yûsif, Wezîrê Ticaretê yê Umanê re bal kişand  ser amadetiya tam û tekûz a  banka navendî ya Îranê bo kêmkirin û rakirina danûistandinên dolarî ji nav danûistaninên ticarî û aborî di navbera Îran û Umanê û got: zemîne bo danûistandinên aborî û ticarî bi diravê neteweyî yê Îranê û welatên din û  şirîkên ticarî ji wan Umanê tam amade ye. 

 Ferzîn her wiha got: Bi viyana siyasî ku di navbera Îran û Umanê de pêk hatiye, asta têkliyên aborî di navbera her du welatan par sedî 40 geşatî hebûye û gihêştiye milyarek û 800 milyon dolarî

Serepeyv