May 08, 2023 06:35 Asia/Tehran
  • Hekirina sêrwêrên Wezareta karên Derve ya Îranê derew hat zanîn

Bedevkê Wezaeta karên Derve ya Îranê îdiayên medyayan derheq bidestxistina belge û agahiyan û her wiha hekirina sêrwêran û sîstemên vê wezaretxaneyê derew dan zanîn.

Nasir Kenanî, Bedevkê Wezaeta karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku hemî sîstemên gîhandina  xizmetguzariyên vê wezaretxaneyê çalak in û got: Tenê malpera ragihandinê ya Wezareta karên Derve ya Îranê ketiye ber êrişa hekêran ku demlidest pirsgirêk hatiye çarserkirin û niha gişt dikarin wê  vekin û bikar bînin.

 Kenanî teqez kir, lêzanînên ku ser navê Wezareta karên Derve ya Îranê di nav torên civakî de hatine weşandin, sexte ne û tu têkiliya xwe bi bûyera êvara yekşemiyê re tinene û hema  bold û girkirina  meseleyan ji aliyê medyayan ve ye.

 

Serepeyv