May 03, 2023 16:17 Asia/Tehran
  • Girîngiya Lidarxistina Ekspo- 2023 ya Îranê bona berfirehkirina asta hinardekirina berhemên ne-niftî

Alîkarê Dîplamsiya Aborî ya Wezareta karên Derve ya Îranê got: Lidarxistina dubare ya Îran Êkspo 2023an piştî çend salan rawestandê, dikare welêt di warê hinardekirina berhemên neniftî de bi ser bixe.

 

Mehdî Seferî, Alîkarê Dîplomasiya Aborî ya Wezareta Derve ya Îranê  di civîna rojnamevaniyê ya pêncemîn nîşangeha şiyanên Îranê di warê hinardekirinê de,  bal kişand  ser vê yekê ku ev nîşangeh bo belavkirina kelûpelên îxrackirinê piştî çend salan yê cardinê were lidarxistin û got:

 Siyaseta dewleta sêzdan,  jordebirina asta danûstandinên ticarî bi welatên cîran, efrîq, asiyayî û Emerîkaya latîn  re bûye û teqezî li ser hinardekirina keûpelên neniftî yên nîşangehê ye. 

 Seferî bal kişand ser vê yekê ku Rêberê Giranqedr ê Şoreşa îslamî di çend salên buhurî de,  ser meselên ticarî, hinardekirina berhemên neniftî û dîplomasiya aborî teqez kir û got:

 Wezareta karên derve bona lidarxitina  nîşangeha  Ekspoyê plan darêştine û dewletê jî piştgiriya xwe di warên curbicur  ên aborî bo hinardekirnê ragihandiye. 

  Mehdî Seferî, Alîkarê Dîplomasiya Aborî ya Wezareta Derve ya Îranê  bal kişand ser vê yekê ku 60 welatên biyanî bona beşdariya di pêncemîn nîşangeha  şiyanên  Îranê di warê hianrdekirinê ya Êkspoyê bersiv dane û teqez kir: 15 welat di asta wezîr û rawêjkarê serokkomar yê beşdar bibin. Gelek welat dê alîkarên xweyên di warê ticareta derve bişînin nîşangehê û her wiha Çîn jî  dê 80 bazirganên xwe bişîne Îranê. 

 

Serepeyv