May 02, 2023 18:10 Asia/Tehran
  • Derbasbûn ji bijardeyên dijwar ên pêşketina Îranê; tenê bi rolhebûna Perwerdehiyê

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina digel hejmareke mamosteyên seranserî Îranê da, derbasbûna ji gêdûkên dijwar ên pêşketina giştalî ya welêt bêyî alîkarî û rolhebûna Perwerdehiyê nemumkin zanî.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî roja Sêşemiyê di vê hevdîtinê da tevî rêzgirtina li mamosteyê şehîd Muteherî wek mînaka Mielimê Heqîq û Tam û şîretkirina li mamosteyan ji bo sûdwergirtin ji berhemên wî, amaje bi hevnêrînbûna gelek ramanwer û karzanan li ser mihwerbûna dibistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt tekez kir.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî zndîkirina hesta "Pênaeya Îranî-Îslamî û Kesayetiya Neteweyî" li nûciwan û xortên jîr ên welêt wek erkeke bingehîn zanî û got: Di vê pêvajoyê da mijara Zimanê Farisî, Alaya Welêt û hesta serfirazî û şanaziya li Îranîbûnê girîng e ku helbet ev mesele bi tewsiye û gotinê nayên bidestxistin, belkî divê kesayetiyên navdar û raboriya çandî, zanistî û dîrokî bi awayekî rasteqîn ji xwendevanan ra werin hînkirin û nasandin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî "Bicihkirina têgehên îslamî û danasîna navdarên îslamî û îranî û pêşengên zanist û keşfên zanistî di dîroka Îranê da" ji karên pêwîst di birojkirina pirtûkên dersê û li gorî guherînên serdemê zanîn û got: Mebesta hinekan ji guherîna serdemê, guherîna eslan e, di halekî da ku eslên weke dadmendî, însaf û dilovaniyê ti wextî naguherin, belkî rûvekên weke şêwazên nivîsîn û raderbirrînê guhêrbar in.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî  her wiha tevî amajeya bi "Belgeya veguherîna bingehîn a Perwerdehiyê", pênc tewsiye xitabî berpirsan pêkhatî ji "Yekem, belgenameya veguherînê bi awayê berdewam were kemilandin û birojkirin", "Duyem, piştevaniya bihêz ji belgenameyê were kirin û alîkarî bo cihanîna wê were kirin", "Sêyem, ji bo belgenameya veguherînê ku belgeyeke tekûz û baş e, hevrik û bedîlek neyê çêkirin", "Çarem, nexşerêya deqîq a cihanîna belgenameya veguherînê ji erkantiyê heta dibistanan wre amadekirin û di hikûmet û meclîsê da pişta wê were girtin" û "Pêncem, di nexşerêyê da, hin pîver bên diyarkirin ku li gorî wan pêşketina cihanîna belgenameyê berdewam were şopandin" destnîşan kirin.

 

Serepeyv