May 02, 2023 15:06 Asia/Tehran
  • Berdevkê Hikûmeta Îranê: Serdana Reyîsî ya Sûriyê ji bo xurtkirina Bereya Berxwedanê ye

Berdevkê Hikûmeta Îranê serdana Serokê Komara Îslamî ya Îranê ya Sûriyê bi armanca dewama siyaseta cînaretiyê û xurtkirina Bereya Berxwedanê zanî.

Elî Behadorî Cehromî Berdevkê Hikûmeta Îranê roja Sêşemiyê di press konferansekê da got: Sibe (Çarşemî) Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser vexwendina fermî ya Bişar Esed Serokkomarê Sûriyê dê biçe Dimeşqê.

Behadorî Cehromî her wiha got: Ev serdan dê piştî 13 salan pêk were û dê bi armanca dewama dîplomasiya cînaretiyê ya hikûmeta sêzdehem a Îranê û bi mijara xurtkirina danûstandinên aborî û siyasî yên Komara Îslamî ya Îranê û Sûriyê û Bereya Berxwedanê be.

Berdevkê Hikûmeta Îranê bi gotina vêya ku ev serdan ji bo Îran û Sûriyê, her wiha Bereya Berxwedanê serdaneke stratejîk e, got: Hema wisa ku di serdema têkoşîna dijî terorîzmê da hevkariya Îran û Sûriyê bibandor, cidî û diyarker bû, li gorî derfet û şiyana teknîkî û mihendisî yên Îranê, di serdema avedankirinê da jî du welat dkarin bi başî li kêleka hev rawestin.

Hevkariya Îranê digel Sûriyê stratejîk e û piştevaniya Tehranê ji hikûmeta qanûnî ya vî welatî di heyama qeyrana Sûriyê da û alîkariya bo hikûmeta Esed di pêvajoya têkoşîna dijî komên terorîstî yên cûrbicûr vê yekê piştrast dike.

 

Serepeyv