Nîsan 30, 2023 08:34 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina digel Serokkomarê Iraqê da: Berfirehkirina hevkariyên dualî ser xêra her du welatan e

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî tekeziya li ser vêya ku pêşketin, bextewerî, serxwebûn û berzbûna cîgeha Iraqê ji bo Komara Îslamî ya Îranê gelekî girîng e, got: Berfirehkirina hevkariyên dualî û bicihanîna lihevkirinnameyên wajokirî li ser xêra her du welatan e.

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Şemiyê di hevdîtina bi "Ebdulletîf Reşîd" Serokkomarê Iraqê û desteya pê ra pêwîstiya berfirehkirina hevkariyên Îran û Iraqê şopandina ciddî ya lihevkirinnameyên wajopkirî nemaze lihvekirinnmeyên ewlehî û aborî yên vê dawiyê zanî û got: Hin dijminên bihêz li hemberî berfirehkirina peywendiyan navbera Îran û Iraqê û xurtkirina wan hene û eger peywendiyên dîrokî û bawerî yên xurt navbera du welatan tinebûna, rewşa peywendiyan dibe ku vegeriya serdema Seddam.

Wî tevî amajeya bi hêjatiya gelê Iraqê di pêşwazîkirina ji ziyaretkerên îranî di dem û rojên Erbeîn û ji bilî wê da tevî raboriya heşt sal cengê nabera du welatan, got: Wateya diyardeyeke wiha girîng ev e ku hin hokarên yekîtiyê navbera du gel û welatan hene ku hokarên siyasî yên derveyî nikarin bandor li wan bikin; loma divê ev derfet ji bo xurtkirina herî pirtir a peywendiyan were bikaranîn û ji bo dewama wê jî çavdêrî û hişyariya ciddî hebe.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî teqeziya li ser vêya ku amerîkî dostê Iraqê nînin, got: Dostaniya amerîkiyan bi ti kesî ra tine û heta ew wefadarê dostên xwe yên ewropî jî nînin.

Ayetullah Xamineyî tekez kir: Heta hebûna amerîkiyekî jî li Iraqê zêde ye.

Serokkomarê Iraqê jî tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ya zehf ji hevdîtina digel Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, got: Peywendiyên Bexda û Tehranê peywendiyên berdewam û xurt û di ber û la û warên cûrbicûr da ne.

Ebdulletîf Reşîd bal kişande ser hevdîtin û gotûbêjên xwe digel rayedarên Îranê û got: Hikûmeta Iraqê hewl dide peywendiyên xwe digel Îranê xurttir bike û hin meseleyên mayî navbera du welatan werin çareserkirin.

Serokkomarê Iraqê her wiha sipasiya gel û dewleta Îranê ji ber alîkarî û piştgiriyan nemaze di têkoşîna dijî terorîsmê da kir.

 

Serepeyv