Nîsan 28, 2023 18:24 Asia/Tehran
  •  Emîr-Ebdullahiyan digel Seyid Hesen Nesrullah hevdîtin pêk anî

Emîr-Ebdullahiyan digel Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê hevdîtin pêk anî.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê digel Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê hevdîtin pêk anî û wan derbarê alûgorên vê dawiyê li Libnan û Filistînê û lihevkirina Îran û Erebistanê gotûbêj kirin.

Li gorî nûçeya Fars News’ê, ‘Hisên Emîr-Ebdullahiyan’ Wezîrê Karên Derve yê Îranê ku wek bersiva bo vexwendina hevpêşeyê xwe yê libnanê çûye Beyrûtê, îro bi Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê ra hevdîtin pêk anî.

Emîr-Ebdullahiyan û Seyid Hesen Nesrullah di vê hevdîtinê da derbarê dawîn alûgorên navçeyê, lihevkirina vê dawiyê navbera Îran û Erebistanê ji bo jinûvadestpêkirina danûstandinên dîplomatîk û bandora wê li ser welatên navçeyê û alûgorên herî dawî li Libnanê û rewşa heyî li Filistînê gotûbêj kirin.

 

 

Serepeyv