Emîr-Ebdullahîyan: Demajoya bicihanîna lihevkirinên digel Omanê gellekî tê lezandin
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir: Demajoya bicihanîna lihevkirinên digel Omanê gellekî tê lezandin.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Hisên Emîr-Ebdullahîyan îro derbara destkevtên seredana xwe ya durojî ya Omanê da got: Hevkarîyên di warê enerjîyê da tên berfirekirin û di warên ticaret, abor û semayeguzarîyê da jî karên baş tên kirin.
Emîr-Ebdullahîyan herwiha got: Him beşên hikûmî û nehikûmî li her du alîyan zef çalak bûne û him jî balyoz û dîplomatên her du alîyan li Têhran û Mesqetê karên baş kirine.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Yek ji mijarên ku di vê seredanê da em li ser hevdeng bûn ew bû ku li gorî cîgeha jeopoltîk a Komara Îslamî ya Îranê û vê cîgeha taybet di zemîneya tranzîtê da, divê rêkevtinameya tranzîtê ya Eşqavayê ku ji Omanê va dest pê dibe û ji Îranê derbasî Asyaya Navîn dibe zûtirkê bi cih bînin.
Emîr-Ebdullahîyan di dewama seredana xwe ya herêmê da, îro ji Mesqetê ber bi Bêyrûtê va çû.