Nîsan 24, 2023 13:51 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê ser dewama piştgiriyên Îranê ji gelê Filistînê teqez kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di gotûbêja telefonî bi Îsmaîl Heniye, Serokê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê( HAMAS)ê re ser dewama piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji gel û berxwedana Filistînê teqez kir.

Huseyn Emîr Ebdulahiyan di vê gotûbêjê de bal kişand ser gotinên Rêberê Giranqedrd ê Şoreşa Îslamî di roja cejna rojiyê de û  ser dewama piştgiriyên menewî- siyasî ya Komara Îslamî ya Îranê ji gel û berxwedana Filistînê teqez kir. 

Heniye, Serokê Nivîsgeha Siyasî ya HAMAS`ê jî di vê gotûbêjê de, eyda rojiyê li hikûmet û gelê Îranê pîroz kiri û ser viyana cidî ya koman û gelê Filistînê bo dewama  berxwedana  li himber destdirêjiyên Rejîma dagirkirê Qudsê teqez kir. 

Serepeyv