Nîsan 21, 2023 16:56 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Rejîma Amerîkayê zirbavê DAIŞ’ê ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, got: Eva ku Rabêrt F.Kênêdî, biraziyê Can F.Kênêdî û berendamê serokkomartiya sala tê ya Amerîkayê, destnîşan kir ku Amerîkayê DAIŞ pêk aniye, pêgîriyeka dubare bû ser vê rastiyê ku Rejîma Amerîkayê, zirbavê DAIŞ’ê ye.

Nasir Kenanî, li twîtekê nivîsî: Di vê yekê da ku Amerîkayê DAIŞ pêk anî, tu şik û gumanek tunebû, lê ji bo kesên ku bi qesd çavên xwe li ser rastiyan girêdane, mukurhatina Rabêrt F Kênêdî, biraziyê Can F Kênêdî û berendamê serokkomartiya sala tê ya Amerîkayê ya li ser viya ku Amerîkayê DAIŞ pêk aniye, pêgîriyeka dubare bû ser vê rastiyê ku Rejîma Amerîkayê, zirbavê DAIŞ’ê ye.

Rabêrt F Kênêdî, biraziyê Can F Kênêdî, serokkomarê berê yê Amerîkayê bû reqîbê ‘Joe Biden’, serokkomarê niha yê Amerîkayê di hilbijartinên sala tê ya serokkomartiya vî welatî di Partiya Demokrat da.

Vî siyasetmedarê amerîkî bi rexneya ji siyaseta derveyî ya Amerîkayê, mukur hat ku stratêjiya Amerîkayê hertim bikaranîna çekên leşkerî ji bo nîşandayîna hêzê li seranserî cîhanê bûye.

Siyasetmedarê Demokrat ê Amerîkayê bi gorina vê yekê ku Amerîkayê, Koma Terorîst a DAIŞ’ê pêk anîye, destnîşan kir: Amerîkayê 2 mîlyon awareyan ber bi Ewropayê ve şandin û rê ji bo bêistiqrarbûna demokrasiyê xweş kir.

 

Serepeyv