Nîsan 20, 2023 15:11 Asia/Tehran
  • Celalzade: Artêş sembola hêza Komara Îslamî ya Îranê ye

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Sembola hêza Komara Îslamî ya Îranê artêşa qehreman e ku di her demekê da û li her cihekî berjewendiyên gelê mezin ê Îranê diparêze.

Li gorî rapora IRNA’yê, ‘Wehîd Celalzade’ Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di rêûrisma radestkirina 200 xwefirrên stratejîk bo çar hêzên girêdayî bi Artêşê da, tevî rêzgirtina li şehîdên serdema Berevaniya Pîroz, got: Ya girîngtir ji çek û rextan, xwebaweriyek e ku Înqilaba Îslamî li nav serbaz, efser û hêzên çekdar pêk anî.

Celalzade tevî sipasiya ji kiryarên pêkhatî li Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, got: Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê tevî baweriya jidil li Artêşê, sipasdara hêzên çekdar e.

Rêûrisma radestkirina zêdetirî 200 xwefirrên cûreyên Kerrar, Ebabîl 4 û 5, Areş û hwd bi amadebûna Serfermandeyê Artêşa Komara Îslamî û Wezîrê Berevaniyê yê Îranê li Tehranê û hin navçeyên welêt hat lidarxistin.

 

 

Serepeyv