Nîsan 15, 2023 16:52 Asia/Tehran
  • Îranê nameyeke rexnekirinê ji bo Komîserê Pillebilind ê Mafên Merivan şand

Sekreterê Dezgeha Mafên Merivan a Komara Islamî ya Îranê di nameyekê da bo Komîserê Mafên Merivan ji ber durûtîya rêxistinên navneteweyî himber rewşa mafên merivan a welatên rojavayî bi tundî rexne kir.

Sekreterê Dezgeha Mafên Merivan a Komara Islamî ya Îranê ‘Kazim Xerîbabadî’ di nameyeke bo Komîserê Pillebilind ê Mafên Merivan da wiha nivîsî: Cîhan ji ber pirsgirêk û kêşeyên bingehîn ên di warê mafên merivan da dinale ku pirranîya wan encama karê wan welatan in ku dew û doza mafên merivan dikin û rê didin xwe ku basa welatên din bikin lê xwe ji her cure rexne û qebûlkirina berpirsyarîyê parastî dizanin.

Xerîbabadî di wê nameyê da gotîye ku helwestên sîyasî û cihêkarîyê dibin sedema sistbûna pêbawerîya giştî derheq mekanîzmên mafên merivan.

Sekreterê Dezgeha Mafên Merivan a Komara Islamî ya Îranê herwiha di nameya xwe da gotîye: Li Fransayê xwenîşandanên gelanî himberî sîyasetên hikûmeta vî welatî bi awayekî rûk û pêk tên domandin, lê hikûmeta vî welatî dewsa ku guh bide daxwazên nerazîyan û ji bo çêtirkirina rewşê hewil bide, bi şîdeta tam serederîyê digel wan da dike.

 

Serepeyv