Nîsan 14, 2023 17:04 Asia/Tehran
  • Reyîsî beşdarî meşa Roja Cîhanî ya Qudsê bû

Serokê Komara Îslamî ya Îranê beşdarî meşa Roja Cîhanî ya Qudsê bû.

Îro 14ê Nîsanê hevgavê 23yê Remezanê Roja Cîhanî ya Qudsê ye.

Dawîn Înîya meha bimbarek a Remezanê li gorî destpêşxerîya Imam Xumeynî (RE) xîmdanerê Komara Îslamî ya Îranê, Roja Cîhanî ya Qudsê hatîye binavkirin.

Piştî ku dawîn Înîya meha bimbarek a Remezanê wek Roja Cîhaîn ya Qudsê hat binavkirin, gelên misilman bi çavê pêwîstîyekê li meseleya Filistînê di çarçova piştgirîya ji gelên zilimlêkirî mêze dikin.

Li gorî nûçeya IRNA’yê, Seyid ‘Îbrahîm Reyîsî’ Serokê Komara Îslamî ya Îranê li Tehranê tev li beşdarên meşa Roja Cîhanî ya Qudsê bû.

Îsal hevdem digel meşa Roja Cîhanî ya Qudsê, bo cara yekem meşa deryayî ji bo piştevaniya ji gelê bindest ê Filistînê li welatên Bereya Berxwedanê yên xwedî perav û deryayê bi cih hat.

 

 

Serepeyv