Nîsan 13, 2023 18:16 Asia/Tehran
  • Derîyên balyozxaneya Îranê li Erebistanê hatin vekirin

Derîyên balyozxaneya Îranê li Erebistanê piştî 7 salan hatin vekirin.

Balyozxaneya Îranê li Erebistanê ji sala 2016an va yanî ji dema ku Rîyazê peywendîyên xwe yên dîplomatîk bi Têhranê ra qut kirin, hat daxistin.

Lê Îran û Erebistanê meha buhurî bi dû muzakireyên bi navbeynkarîya Çînê li hev kirin ku gêreya dîplomatîk bi dawî bînin û balyozxanên xwe vekin û peywendîyan ji nû ve dest pê bikin.

Ajansa Nûçeyan a Reuters’ê jî idia kir ku derîyên hewşa balyozxaneya Îranê li Rîyazê ji bo cara yekê piştî 7 salan dîsan hatin vekirin.

Ajansa Nûçeyan a Reuters’ê ji zarê şehedan nivîsîye ku dema tîmek ji bo lêgerînê hat avahîya balyozxaneya Îranê, derîyên giran ên vê avahîyê li Rîyazê hatin vekirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ‘Nasir Kenanî’ jî duh derbara şandina desteyeke îranî bo Erebistanê ragihand: Di pêngaveke nû û di çarçova bicihanîna rêkevtinnameya di navbera Komara Islamî ya Îranê û Erebistanê da ji bo destpêkirina peywendîyên fermî û çalakiya dîplomatîk û nuneratîyên sîyasî û konsulxanên her du welatan, desteya îranî duh gihîşt Rîyazê û ji hêla berpirsên Erebistanê va hat pêşwazîkirin.

Berdevkê Komîsyona Peywendîyên Navneteweyî û Pêşxistina Ticaretê ya Wezareta Pîşe, Maden û Ticaretê ya Îranê Seyîd Rûhullah Letîfî jî gotîye ku ji 3 mehan berî nika va û ji dema ku muzakireyên Îran û Erebistanê gihîştin encamê va, bayê zêde ji 14 milyon dolar ticareta polayê di navbera her du welatan da hatîye kirin.

Letîfî herwiha got: Bi destpêbûna peywendîyên ticarî di navbera van du welatana da, rêya derbaskirina kel û pelan û enerjîyê ji Kendava Farsê va ber bi Asyaya Navîn, Qefqaz, rojhilata Ewropayê û Rûsyayê bo Erebistanê tê vekirin û ji hêla din va Erebistan dikare bibe rêya derbaskirina kel û pelan ji Asyaya Navîn, Qefqaz, Rûsya û Îranê va ber bi Deryaya Sor û Deryaya Sipî.

Berdevkê Komsyona Peywendîyên Navneteweyî û Pêşxistina Ticaretê ya Wezareta Pîşe, Maden û Ticaretê ya Îranê herwiha got: Erebistan hez dike sermîyanê di bazara Îranê da bixebitîne û bazara Îranê jî potansîyela vê yekê heye û ev yeka dikare di siberojê da her du welatan ji bo hevkarî û hevdengîyên zêdetir bimeşîne.

 

Serepeyv