Nîsan 13, 2023 16:43 Asia/Tehran
  • Wezîrê Niftê yê Îranê çû Karakasê

Wezîrê Niftê yê Îranê bi armanca “Xurtkirina peywendiyan di warê enerjiyê da” serdana Venezuelayê kir.

Li gorî rapora IRNA’yê ya roja Pêncşemiyê, ‘Cewad Ocî’ Wezîrê Niftê yê Îranê bi armanca “Xurtkirina peywendiyan di warê enerjiyê da” serdana Karakasê kir.

Ocî di vê serdanê da dê serdana binkeyên Kompaniya Neteweyî ya Niftê ya Venezuelayê, PDVSA’yê bike û bi rayedarên vî welatî ra hevdîtin pêk bîne.

Wezîrê Niftê yê Îranê her wiha biryar e digel Pedero Teleçea Wezîrê Niftê yê Venezuelayê hevdîtin pêk bîne.

 

 

Serepeyv