Nîsan 12, 2023 16:38 Asia/Tehran
  • Desteya teknîkî ya Îranê gihîşte Erebistanê

Kanala El-meyadînê qala gihîştina desteya teknîkî ya Îranê bo Erebistana Seûdî kir.

Li gorî rapora Fars News'ê, Kanala El-Meyadînê roja Çarşemiyê di nûçeyeke lezgîn da qala gihîştina desteya teknîkî ya Îranê bo axa Erebistanê bi mebesta amadekariya ji bo jinûva-vekirina balyozxaneya Îranê li Riyazê, Serkonsûlxaneya Cedeyê û Ofîsa Nûnertiya Îranê li Rêxistina Hevkariya Îslamî kir.

Îran û Erebistanê vê dawiyê bi navcîtiya Çînê li hev kirin ku peywendiyên dîploamtîk ên dualî piştî heft salan ji nû va dest pê bikin.

Ji aliyê din va, Konseya Wezîran a Erebistana Seûdî berêvara Sêşemiyê, 11ê Nîsana 2023an, alûgorên herî nû yên têkildarî cihanîna lihevkirinameya Îran û Erebistanê ji bo jinûva-destpêkirina peywendiyên dîplomatîk ên qutbûyî ji sala 2016an va vekolandin.

 

Serepeyv