Adar 26, 2023 16:54 Asia/Tehran
  •  Ceryana Birca Azadîyê ya Tehranê hevdem digel ‘Saeta Erdê’ hat xevakirin

Ceryana Birca Azadîyê ya Tehranê wek sembola neteweyî ya Îranê hevdem digel rûdana cîhanî ya ‘Saeta Erdê’ hat xevakirin.

Li gorî rapora IRNA’yê, ‘Saeta Erdê’ rûdaneke cîhanî ya birêxistinkirî ji aliyê Sindoqa Cîhanî ya Xwezayê (World Wide Fund for Nature) ye ku tê da bina û avahiyên binavûdeng ên cîhanê di Şemiya herîê dawî ya Adarê bo heyama saetekê çira û alavên xwe yên eletrîkî yên nepêwîst bi armanca belavkirina agahiyê derbarê guherîna keşûhewayê û parastina enerjiyê xeva dikin.

Li ser vê esasê çirayên Birca Azadîyê ya Tehranê jî ji bo piştevaniya ji Jîngeha Cîhanî hatin xevakirin.

Rêûrisma ‘Saeta Erdê’ êvara Şemiyê, 25ê Adara 2023an ji saet 20:30 heta 21:30 li gorî dema xwecihî li seranserî cîhanê hat lidarxistin.

Birca Azadîyê ya Tehranê sembola neteweyî ya Îranê û qedemgeha Înqilaba Îslamî ye.

 

Serepeyv