Adar 25, 2023 18:31 Asia/Tehran
  •  Kenanî: Hêrsbûna Netanyahû û Sunak ji alûgorên erênî li navçeyê ne ecêb e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, wek berteka li himber hevdîtina serokwezîrên Brîtanya û Rejîma Siyonîst li Londonê teqez kir: Hêrsbûna van du kesan ji alûgorên erênî li navçeyê ne tişteke ecêb e.

‘Nasir Kenanî’ Berdevkê Wezareat Karên Derve ya Îranê, îro wek berteka li himber nûçeyên derbarê civîna ‘Benyamîn Netanyahû’ û ‘Rishi Sunak’, Serokwezîrên Brîtanya û Rejîma Siyonîst de got: Ji ber pêşîneyên reş ên van du rejîman û di rewşa ku navçe şehedê alûgorên erênî ye, hêrsbûn û nerazîtiya van du kesan ji demajoya alûgorên naveçyê û hewildana wan bo lawazkirin û kavilkirina vê pêvajoyê ne tişteke ecêb e.

Kenanî her wiha got: Yek ji henekên mayînde yên dîrokê eva ye ku du rejîmên ku yek ji wan xîm û binyata xwe bi rêya talankirina erdên miletekî din, cinayetên her rojî û kuştina zarokan daniye û tevî hebûna cebilxaneyên atomî, bi şerûtî tev li peymana NPT’yê nabe û rejîma din ku şopê siyasetên şerxwazî û fitnekeriyên wê li her dera navçeyê tê dîtin, bi helwêsteke kirêt, Komara Îslamî ya Îranê ku navenda aramiya navçeyê ye, tawanbar dike.

Bi sedan kes ji neraziyên serdana ‘Benyamîn Netanyahû’, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst ya Brîtanyayê bi lidarxistina xwenîşandenekê li ber avahiya serokwezîriya vî welatî, slogana ‘Mirin bo Îsraîlê’ avêtin û kîn û nifreta xwe ji piştgiriyên hikûmta Brîtanyayê ji Rejîma cinayetkar a siyonîst nîşan dan.

Serepeyv