Adar 22, 2023 18:47 Asia/Tehran
  •  Parlemana Urdinê bi piraniya dengan, dengê xwe da derxistina balyozê Rejîma Siyonîst

Nunerên parlemana Urdinê, dengê Erê dan derxistina balyozê Rejîma Siyonîst ji vî welatî.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya kanala nûçeyan a Al-Jazira’yê, plana derxistina balyozê Rejîma Siyonîst ji Urdinê piştî wê hat pejrandin ku ‘Bezalel Smotrich’, Wezîrê Darayîyê yê Rejîma Siyonîst, vê dawiyê xerîteyek  derxist û nîşan da ku tê de hin beşên Urdin û Filistîna dagirbûyî, ser erdên Dagirbûyî de hatibûn zêdekirin.

‘Ehmed El-Sefdî’ Serokê Parlemana Urdinê got: Parlemana  Urdinê ji hikûmeta vî welatî dixweze ku  bila tivdîreke bi bandor û  kêrhatî derheq derxistin û nîşandana xerîteyekê ji aliyê Wezîrê Darayîyê yê Rejîma Siyonîst  ve ku tê de erdên dagirbûyî  hatiye zanîn û tê de Erdên Dagirbûyî yên Filistînê li Îsraîlê hatin zêdekirin, berçav bigre.

 Urdinê êvara Duşemiyê her wiha wek berteka li himber gotinên Wezîrê Darayîyê yê Rejîma Siyonîst, Balyozê vê rejîmê li Emmanê  ban kir.

 

Serepeyv